Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Ocalan re dîsa rastî astengiya keştiya xerabe hat.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2'emîn de didome. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica, Gulşen Ozbek û Selvî Tunç ji bo hevdîtina xwe ya heftane bi muwekîlên xwe bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê jî dîsa bi hinceta "keştî hêj xerabe ye" serlêdana parêzeran red kir.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabe ye", "Rewşa hewayê ne baş e", "Keştî di tamîrê de ye" û "ewraq kemin" tê astengkirin.