Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtîna xwe ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Bûrsayê dan. Lê dozgeriyê dîsa bi hinceta "Keşti xerabe ye" serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan Mazlûm Dînç, Sûna Bîlgîn, Mahmût Taşçi û Rezan Sarica ji bo hevdîtina xwe ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgerê Komarê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê bersivekî neyîdî da û bi hinceta "Keştî xerabe ye" destûr nedan parêzeran.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an (336 roj) û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî ji tamîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêm in" tê redkirin û hevdîtin tê astengkirin.