Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi mûwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dozger dîsa bi hinceta keştî hêj nehatiye tamîrkirin serlêdan red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Huseyîn Bogatekîn û Rezan Sarica piştî ku hevdîtina wan a asayî hat astengkirin dîsa ji bo hevdîtina bi mûwekîlê xwe Ocalan re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dozger dîsa bi hinceta keştî hêj nehatiye tamîrkirin serlêdan red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmralîyê. Parêzer 317 rojin nikarin biçin Îmraliyê û bi hinceta "Muxaletefa hewayê heye", "keştî xerabeye" û "keştî tê temîrkirin" serlêdana parêzeran her tim tê redkirin.