Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê bi hinceta keştî “tê temîrkirin” careke din hat astengkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Huseyin Bogatekin û Rezan Sarica ji bo ku bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dozgeriyê ragihand ku keştî “tê temîrkirin” û hevdîtinê asteng kir.

Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de zêdeyî 10 meh (315 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevdîtin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "keştî xirabeya", "muxalefeta hewayê heye" û "keştî hêj nehatiye temîrkirin" tên astengkirin.