Parêzerên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dozgeriyê bi hinceta "keştî xirabûyî ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.
Parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekin ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bîne, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Weke her carê vê carê jî Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi hincetên pûç û vale yên weke "keştî xirab bûyî ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.
Serlêdanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an ango 435’e heta niha bi hincetên pûç û vale yên "keştî xirabûyî ye", "muxalefeta hewayê" û "ewraq kêmin" tên red kirin. Parêzer 435 rojin nikarin biçin Îmraliyê.