'Heta ku hevdîtin pêk were wê çalakiya me bidome'

Çalakiya parlementerên HDP’ê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan didome. Nuran Îmîr a HDP’î diyar kir ku heta hevdîtin pêk were wê çalakiya wan bidome.

Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 21’ê Kanûna 2022’an û vir ve li ber Wezareta Edaletê çalakiyê li dar dixin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ku ji ANF’ê re çalakiyên xwe nirxand, diyar kir ku heta hevdîtin pêk were ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Îmîr, anî ziman ku tecrîda mutleq ku ev du sal in didome, dewamiya konsepta sala 1999’an e û wiha got “Zêdetirî 2 salan e ji Abdullah Ocalan agahî nayê stendin. Ev yek helbet digihêje pêvajoya 1999’an. Li Îmraliyê ku bi tecrîd an jî sîstema hiqûqê taybet hat îzolekirin, di pêvajoya çareseriyê de hevdîtin hatin kirin, lê dema em ji xeynî wê pêvajoyê dinêrin, demeke dirêj e bi hincetên cur be cur ev sîstem tê pêkanîn.  Berê bi hinceta koster xira bûye hevdîtin dihatin astengkirin, lê niha di bin navê cezayên dîsîplînê de bêhiqûqîyeke mutleq heye.

Dema em li 11 salên dawî dinêrin, parêzer tenê 5 caran karîne biçin girava Îmraliyê û hevdîtinê bikin. Ew jî piştî çalakiyên hestîyar ên raya giştî pêk hat. Dema em li 8 salên dawî dinêrin, malbatan jî tenê 5 caran karîne biçin Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk bînin. Lê ev 2 sal in bênavber astengî li pêşiya çûyîna Îmraliyê heye û ji ber zextên gel car caran vê yekê hewl didin weke cezayên dîsîplînê nîşan bidin. Di heman demê de her carê cezayên nû li ser van cezayan tê zêdekirin û bi awayek giştî rê li ber hevdîtinan digirin.”

DEWLET JI NEDÎTÎ VE TÊ

Parlementera Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir ku beriya nobetê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê dane, lê daxwazên van ji nedîtî ve hatine û wiha got: “Hem me û hem jî gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk gelek çalakiyên ku balê dikîşîne ser dijhiqûqiya taybet a li ser rêzdar Ocalan pêk anîn. Me diyar kir ku ev hiqûqa taybet rêgezên hiqûqa heyî binpê dike. Lê dewlet xwe li nezaniyê datîne.

Di nava 20 mehên dawî de parêzeran zêdeyî 300 serlêdanan kirin. Ji van serlêdanan re erênî an nerênî ti bersiv nayê dayîn. Em parlementerên gel ji ber fikarên gel û balê bikşînin ser bêhiqûqiya heyî, me bang kir ku di zûtirîn demê de komtîteyek serbixwe biçe Îmraliyê û ji xeynî van bangan me çalakiyek pêş xist. Lê beriya çalakiyê jî heye. Bi pêşengiya Hevserokên me yên Giştî de heyetek hat amadekirin. Me ji bo çûyîna Îmraliyê daxwaz ji Wezaretê kir, lê bersiva me nedan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz jî serlêdan kir. Her wiha min jî serlêdan kir. “

EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN

Îmîr, bal kişand bi hevdîtina Abdullah Ocalan re ji bo welat û wiha got: “Ev tecrîda mutleq, ji fikarên gel ên ciddî û rewşên neyînî re zemînê amade dike. Ji ber ku kesayet, hebûn û helwesta rêzdar Abdullah Ocalan ji aliyê her kesî ve tê zanîn.

Ew dizanin ku bi nirxandineke ji Îmraliyê, xitimandina li welat çareser bibe. Lê kesên xwe li ser şer û kaosê ava kirine, rê li ber vê yekê digirin. Divê ev yek ne tenê weke polîtîkaya AKP’ê neyê dîtin, em difikirin ku aliyê navneteweyî jî heye. Ji ber ku hêzên navneteweyî naxwazin li Tirkiyeyê aramî çêbibe. Ji aloziyên gelan sûd werdigirin.

Em ji 21’ê Kanûnê û vir ve dixwazin parêzer bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em li ser vê daxwazê çalakiya xwe li dar dixin. Em parlementerên HDP’ê heta ku ev daxwazê me pêk were wê çalakiya me bidome.”