Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di hefteya 392'an de dîsa li Qada Galatasarayê lêgerîna edaletê berdewram kirin. Vê hefteyê çîroka Vecdî Avcil yê di sala 1994'an de hate qetilkirin vegotin û edalet xwestin.
Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di hefteya 392'an de dîsa li qada Galatasakayê kom bûn û ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Dayîkên Şemiyê ji bo Vecdî Avcîl ê di sala 1994'an de hate revandin û windakirin çalakî pêk anîn û edalet xwestin. Dayîkan di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta “Kiryar diyarin, kujer li kune" bilind kirin. Di çalakiya rûniştinê de Xizma Abdurrahman Coşkun yê di sala 1995'an de hate revandin û windakirin Mukaddes Coşkun diyar kir ku, daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê yên em dê aqûbeta windayan roni bikin derewand.
Dayîka Şemiyê Sila Gemîcîoglu daxuyanî xwend û diyar kir ku, Vecdî Avcil di sala 1994'an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û windakirin. Gemicîoglu anî ziman ku, piştî hate windakirin 25 rojan agahî jê nehat girtin û wiha got: "Leşkeran 4 kesên li gel wî serbest berdan, lê Avcil bernedan. Leşkeran Avcil birin operasyonê û li hemberî xwe wekî mertal bikar anîn. Avcil ji aliyê Fermandarê Cendirmeyan yê Naveya Derikê Musa Çîtîl ve hate qetilkirin. Pişt re ew jî wek gêrîlayê PKK’ê li gel 3 gêrîlayên PKK'ê li gora bêkesan defin kirin.
Malbata Avcil pişti 18 sal şûnde di gora komî de gihiştin hestiyên kurê xwe. Lê li gel di destê DNA yên hestiyê Avcil de lihevhatin çêbû jî dîsa hestiyên Avcil teslimî malbatê nekirin. Di vê hem Fermandar Musa Çitil hem jî hevkar û piştvanê wî bên darizandin û cezakirin.