Herona Tirksazî di dema testê de ket

Herona Tirksazî di dema testê de ket

Artêşa Tirk ji bo li şûna Heronên Îsraîlê yên li hemberî gêrîlayên HPG’ê bikartîne, wesayîtên hewayî yên bê mirov ANKA bikar bîne, di dema firîna testê de li erdê çikilî û êdî kêrî bikaranînê nayê.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîta hewayî ya bêmirov modela testê ya ANKA ya Tirksazî, li Qada Leşkerî ya Sîvrîhîsar ya nêzî navçeya Sîvrîhîsara Eskîşehîrê di dema firînê de ji rê derket û ket. Wesayîta hewayî yê bêmirov ku 4 kîlometreyan dûr ket, êdî kêrî bikaranînê nayê.

Di sala borî de dîsan heman wesayîta hewayî ya bêmirov, di dema testê de li ser serê xwe ketibû û zirarek mezin dîtibû. Wesayîta hewayî ya bêmirov piştî ku hate tehmîr kirin û dîsan di dema testê de careke din ket û hat rewşekî êdî kêrî bikaranînê neyê, rayedarên Tirk dan diyarkirin ku, ketin ‘normale’ û gotin, dê ceribandina 4 prototîpên din bidomînin.

Dewleta Tirkiye ku ji Îsraîlê 10 Heron girtibûn, ji ber sedema di tehmîrkirin û temaşekirinê de pirsgirêkên mezin jiyankiribûn, demek dirêje li ser hilberîna wesayîtên hewayî yên bêmirov yên Tirksazî dixebitin. Herî kêm 4 Heron di dema firînê de ketin. 2 ji vana di encama lêxistina gêrîlayan ketin. Herî dawî di encama çalakiya gêrîlayên HPG’ê ya di 18’ê Îlonê li dijî qereqola Arûşê ya ser bi navçeya Qilabana Şirnexê de, li heman herêmê di demjimêrên şevê de Heronek xistibûn. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di 19’ê Îlonê de dîmenên Herona xistî weşandibûn.