Her sê parêzer ji salona rûniştina dozê derketin

Her sê parêzer ji salona rûniştina dozê derketin

Rûniştina doza ‘KCK’ê ya li Stenbolê dîsa dest pê kir.Her sê parêzerên parastinê yên beşdarî rûniştina dozê ji salonê derketin.

Di rûniştina duwemîn a doza KCK’ê ya li Stenbolê dest pê kir de, weke duh tu pêşketinek çênebû. 3 parêzerên ketibûn rûniştina dozê jî ji salonê derketin.

Parêzer Fevzî Çelîk diyar kir ku her çendî biryara sergirtina dozê tune ye, lê dîsa jî rûniştina dozê bi awayeke sergirtî dest pê kir. Prz. Çelîk diyar kir ku wana îtîraz kiriye û got; “Em xwedî li rûmeta pîşeya xwe derdikevin û nakevin rûniştina dozê ya îro."

ÊRÎŞÊ PARÊZERAN KIRIN

Rûniştina duwem ya doza KCK’ê ya Stenbolê li salona Kompleksa Girtîgeha Sîlîvriyê dest pê kir. Li rexmê ku nasname û cubbeyên hinek parêzeran li gel hebûn jî cendirmeyan ew negirtin hundir. Parêzerên ku ketin hundir rewş ji dîwana dadgehê re gotin. Serokê heyetê got, “ Derve di bin kontrola cendirmeyan de ye ez nikarim tiştek bikim.”

Parêzeran ku îtîraza xwe domand, piştî ku encam neda parêzeran bi çepikan salona rûniştinê terikandin. Di derketinê de cendirmeyan bi awayek tund êrîşî parêzeran kir. Piştre robokopên cendirmeyan girtin hundirê salonê. Cendirmeyên robocop yên bi cop û mertal di hundirê salona rûniştinê de bi cih kirin.

Dîwana dadgehê navber da rûniştinê. Parêzeran qeydên kamerayên cihê êrîşê kişandin û hêjmara sicîlên leşkeran xwestin

SIYASETMEDARÊN KURD PIŞTRA XWE DAN DADGEHÊ

Piştî navberê, dê dadgeh bê temaşevan û parêzer dozê bidomîne. Dadgehê xwest nasnameya bersucên bi awayeke serbest tên darizandin were tesbîtkirin, lê belê bersucên serbest diyar kirin ku ew bê parêzer bersivê nadin pirsan û piştra xwe dan dîwana dadgehê. Ji ber vê jî navber dan rûniştina dozê.