‘Hemû kesên bi wijdan divê xwedî li Roboskiyê derkevin’
Endamên Hewldana Edaleta Ji Bo Roboskiyê gotin “Hemû kesên bi wijdan divê xwedî li Roboskiyê derkevin.”
Endamên Hewldana Edaleta Ji Bo Roboskiyê gotin “Hemû kesên bi wijdan divê xwedî li Roboskiyê derkevin.”
Endamên Hewldana Edaleta Ji Bo Roboskiyê di meha 118’emîn a qetlîama Roboskiyê de, li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Enqereyê de li hev kom bûn.
Endamê hewldanê Tanjû Gunduzalp di çalakiyê de axivî û got “118 meh in em li edaletê digerin. Ji wê şevê heta niha 513 hefte derbas bûn. Hiqûq winda ye, edalet tune, her kes bêdeng in. Ji roja qetlîamê û heta niha 3 hezar û 593 roj derbas bû. “
Gunduzalp diyar kir ku KadriyeEncu jî rehmet kir a ku dayika Hamza Encu bû yê ku di qetlîamê de hatibû kuştin. Gunduzalp got “Divê hemû kesên bi wijdan xwedî li me derkevin. Hefteyek berê Kadriye Encu rehmet kir. Ceza li kujerên kurê wê nehat birîn. Desthilatdarî bi polîtîkaya cezanedayînê dixwaze ser dosyeyan bigire. Heta ku edalet neyê Roboskiyê wê neyê Tirkiyeyê jî.”