Hejmara zarokên têne xebitandin zêde dibe

12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li hemberî Xebitandina Zarokan a Cîhanê ye. Li cîhanê zêdeyî 160 milyon zarok, li Tirkiyeyê jî derdora 5 milyon zarok têne xebitandin.

Zarokên têne xebitandin, piraniya wan bêyî ewlehiya civakî têne karkirin. Ji jin û koçberan bêhtir di nava şert û mercên giran de têne xebitandin û nikarin berdêla keda xwe werbigirin. Li gorî daneyên ÛNÎCEF û ÎLO'yê (Rêxistina Kar a Navneteweyî) hejmara zarokên têne xebitandin piştî şer û krîzên aboriyê zêde dibe.

LI CÎHANÊ ZÊDEYÎ 160 MILYON ZAROK TÊNE XEBITANDIN

Li gorî daneyên ÎLO'yê, li cîhanê 63 milyon zarokên keç, 97 milyon zarokên mêr bi giştî 160 milyon zarok (hema bibêje ji her 10 zarokan yek) weke karkerekî têne xebitandin. Nîvê van zarokan jî li karên xetere têne xebitandin ku bandoreke neyînî li ser tenduristî û pêşketina wan dike.

Ji sala 2000'î heta 2012'an hejmara zarokên karker kêm bû, lê belê ji sala 2012'an heta 2016'an kêmbûn lawaz bû. Zarok herî zêde li parzemîna Afrîkayê têne xebitandin. Li vê parzemînê 92 milyon zarok têne xebitandin. Di rêza duyemîn de jî li herêma Asya-Pasîfîkê 49 milyon zarok têne xebitandin. Li parzemînên Emerîkayê 8.3 milyon zarok, li Ewropa û Asya Navîn 8.3 milyon zarok û li welatên Ereb jî 2.4 milyon zarok têne xebitandin.

ZAROK HERÎ ZÊDE LI SEKTORA ÇANDINIYÊ TÊNE XEBITANDIN

Li gorî daneyan, li cîhanê zarok di ast ji sedî 70'î de yanî 112 milyon zarok li karê çandiniyê têne xebitandin. Li sektora xizmetê jî 31.4 milyon zarok, li pîşesaziyê 16.5 milyon zarok têne xebitandin.

Zarokên di navbera 5 û 11 salî de piraniya wan zarokan e ku têne xebitandin. Di heman demê de beşa herî mezin a wan zarokan e ku di karên xetere de têne xebitandin. Ji sedî 48 ê zarokên têne xebitandin di navbera 5 û 11 salî de ne, ji sedî 28 ê zarokên têne xebitandin ji 12 heta 14 salî ne, ji sedî 25 ê zarokên têne xebitandin ji 15 heta 17 salî ne.

LI TIRKIYEYÊ 5 MILYON ZAROK TÊNE XEBITANDIN

Di rapora Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) de ku sala 2022'an weşand, li Tirkiyeyê 2 milyon zarok têne xebitandin, bi mehên havînê re ev hejmar digihêje 5 milyon zarokî.

Li gorî daneyên ÎSÎG'ê ji sedî 30.8 ê zarokên têne xebitandin li karên çandiniyê ne, ji sedî 23.7 li karên pîşesaziyê ne, ji sedî 45.5 ê zarokên têne xebitandin li sektora xizmetê ne, bi sed hezaran zarokên din jî li kolanan, di karên biçûk û mezin de, di karên giran û xetere de têne xebitandin. Li Tirkiyeyê di nava 9 salan de herî kêm 571 zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.