BI DÎMEN

Hejmara Mijdar-Kanûnê ya Kovara Ciwanên Welatparêz derket

Hejmara Mijdar-Kanûnê ya 38’emîn a Kovara Ciwanên Welatparêz bi şîara; ‘’Em xwe bi ruhê 27’ê Mijdarê birêxistin bikin, Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk Bigihînin Serkeftinê’’ hate weşandin.

Di hejmara nû de nirxandinên berfireh ên hem ciwanan hem jî birêxistinbûna jinan beralî dikin, cih digirin.

Di beşa perspektîfan de analîza Rêber Apo ya bi sernavê; ‘’Rastiya Kurd û Kurdistanê’’ cih digire û ev beş têkildarî fêmkirina pêvajoya heyî berîdaniyeke girîng pêşkêş dike.

Di beşa perspektîfên Ciwantî û Jinên Ciwan de jî di bin sê sernavên cuda de têkildarî mayîndekirina Manîfestoya Civaka Demokratîk nivîs hene û erkên rojane yên jiyana birêxistinkirî tên nîqaşkirin.

Di beşa Şervanên Heqîqetê de, mîrateya têkokoşîna şehîdên pêşeng ên tevgera ciwantiyê hatiye nirxandin û têkildarî baştir fêmkirina şehîdan çarçoveyek hatiye pêşkêşkirin.

Di beşa dosyayê de jî hevpeyvîneke berfireh a li gel yek ji kadroyê damezrîner ê PKK’ê Dûran Kalkan cih digire.

Di beşa paradîgmayê de jî du nivîsên girîng cih digirin:

— “Di Avakirina Sosyalîzma Demokratîk De Erkên Me Yên Hevpar Ên Li Gel Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê’’

— “Ji Bo Serkeftinê Em Nirxên Civaka Ekolojîk Li Xwe Bikin Mal ‘’

Hejmara nû, li gel nîqaşên îdeolojîk, rêxistinî û civakî zemîneke fikrî ya berfireh pêşkêşî xwînerên xwe dike.