Hejmara meha Gulanê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin

Hejmara 497'an a rojnameya Serxwebûnê bi sernavê "Bi rengê sor ê meha Gulanê, şehîd garantiya me ya serketinê ye" hate weşandin.

Rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya nû de giranî da ser mijarên şehîdên Meha Gulanê û hilbijartinan.

Di hejmara 497'an de beşa destpêkê ya nirxandina 'KCK û aliyên netewebûna demokratîk' hate weşandin ku ji pirtûka bi navê 'Parastina Kurdan a di bin zexta qirkirina çandî de' ya Rêberê Gelê Kurd hate wergirtin.

Her wiha cih ji nirxandineke bi sernavê 'Rexneya jinê ya sîstema kapîtalîst a lîberal û sosyalîzma reel baş bê danîn' hate weşandin ku ji notên hevdîtinê yên Rêberê Gelê Kurd hate wergirtin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Gelekî berxwedêr îradeyeke berxwedêr hatiye afirandin" tespîteke bi vî rengî kir, "Têkoşîna ku Rêber Apo li Îmraliyê û beriya Îmraliyê li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re da meşandin, mînakeke mezin a afirîneriyê ye. Lewma Rêber Apo û şehîd nikarin ji hev bêne qutkirin. Rêber Apo êdî berdevkê şehîdan e. Di rastiya Rêber Apo û şehîdan de wateyeke bi vî rengî heye. Ya girîng ew e ku em hêzeke rast ji vê wateyê werbigirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Hêza berxwedanê ji rastiya şehîdan tê" diyar kir ku di her roja meha Gulanê de bi dehan şehîd hatin dayin.

Dijwar Sason jî têkildarî meha şehîdan bi sernavê "Lehengiya di nava PKK'ê de pêk hat, di rengê sor ê meha Gulanê de vediguhere şoreşa gerdûnî" gotarek nivîsî.

Dûran Kalkan bi sernavê "Ya ku encamê diyar bike, têkoşîna îdeolojîk e" li ser hilbijartinên meha Gulanê nivîsî.

Adem Dirêj jî krîza bingehîn a modernîteya kapîtalîst û nerazîbûna civakan analîz kir.

Îskan Amed di nivîsa xwe ya bîranînê de qala fermandar Fazil Botan kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Deklarasyona Çareseriyê ya Rêveberiya Xweser û Helwesta Şamê" destnîşan kir, di demekê de ku li devereke mîna Rojhilata Navîn mirov û civak bi navê zayend, ol, dewlet û neteweperestiya etnîkî şerê hev dikin, paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêguman xwedî wateyeke bilind e, nirxeke.

Rojnameya Serxwebûnê di rûpela dawî de cih da nivîseke bîranînê ya têkildarî Şehîd Ercan Kiliç (Mazlûm) ku ji aliyê Cemşîd Serhed ve hate nivîsandin.