Hêjmara kesên di operasyona li hemberî rêveber û endamên BDP'ê yên Tekîrdag û navçeyên wê hatin binçavkirin derket 10 kesan.
Duh li navçeya Avcilar ya Stenbolê, navçeyên Çorlû û Çerkezkoy yên Tekîrdagê polîsan bi ser malên BDP'iyan de girtibûn û gelek kes hatibûn binçavkirin. Hate zanîn ku, hejmara kesên hatin binçavkirin herî kêm 10 kesin. Sedema binçavkirinan hêj jî nayê zanîn. Navên kesên hatin binçavkirin wisa ne: Rêvebera Rêxistina BDP'ê ya Tekîrdagê Necla Ozhan, Kerem Tosun, endamên BDP'ê Hulya Arslan, Mahmut Eşut, Murat Arslan, Eyup Orgen, Yakup Nazlican, Hîlmî Ayyildiz, Nevzat Yezîz û Taner Arslan.