Hejmara kesên li Elkê hatine destgîrkirin bû 12

Li navçeya Elkê ya Şirnexê hejmara kesên hatine destgîrkirin bû 12.

Di destê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê hatibû destpêkirin, gelek kes hatibûn destgîrkirin.

Hate diyarkirin Hevseroka HDP’ê ya Elkê Zarîfe Borak, rêveberê HDP’ê Emrah Yacan û Lokman Abî, Devrîm Abî, Mehmet Cîn, Nevzat Borak, Davût Borak, Nasreddîn Aşan, Saît Acar, Yûsûf Bor, Cemal Bor û kesekî ku navê wî nehate tespîtkirin hate destgîrkirin.

Hinceta destgîrkirinê nehate eşkerekirin.