‘Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ji 150 hezarî zêdetir e’
Li gorî çavkaniyekê ku navê xwe eşkere nekir, agahî ji rayedarek ê AKP’î girtiye; hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji 150 hezarî zêdetir e.
Li gorî çavkaniyekê ku navê xwe eşkere nekir, agahî ji rayedarek ê AKP’î girtiye; hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji 150 hezarî zêdetir e.
Di erdheja ku li Kurdistan û Tirkiyeyê de qewimî bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes jî birîndar bûn. Ji roja destpêkê ya erdheja 6’ê Sibatê ve, mexdûrên erdhejê dibêjin ku saziyên dewleta Tirk piştgirî û alîkarî nedane. Hin kesan ji ber hîpotermê (germahiya bedenê kêm dine) jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniyên rayedarên fermî, di hejmara avahiyên hilweşiyane û hejmara mirî û birîndaran de, li hevnehatinek tirsnak heye. Li hevnehatina hejmaran pirsa “Bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest dane, tê veşartin?” tîne hişê mirov.
DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê HEJMARA MIRÎ Û BIRÎNDARAN VEDIŞÊRE
Li gorî çavkanekê navê xwe eşkere nekir ku agahî ji rayedarek ê AKP’yî girtiye, hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe dest dane ji daxuyaniyên fermî hîn zêdetir e. Li gorî agahiya çavkaniyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, ji 150 hezarÎ zêdetir e. tê diyarkirin ku ev hejmar fermî ye, dibe ku bîlanço hîn zêdetir be.
WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR Ê TIRK SOYLÛ: KAVILAN BI MIRIYAN RE RAKIN
Her wiha hat zanîn ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû bi telefonê bi walî û qeymeqamên li bajar û navçeyên ku erdhej lê qewimiye axiviye û ferman daye ku kavil demildest bên rakirin. Piştî ku walî û qeymeqaman, got: “Hîna di bin kavilan de mirov hene. Bê ku em wan derbixin, em çawa kavilan rabikin?” Hat diyarkirin ku Soylû di fermana xwe de israr kiriye ku demildest kavil bi kamyonan ji herêma erdhejê bê dûrxistin. Hat diyarkirin ku rayedarên mulkî ji ber ku dibe hîna cenaze û birîndar di bin kavilan de bin, kar bi giranî kirine.