Hejmara ESP'iyên hatine binçavkirin gehişt 9'an

Hejmara ESP'iyên hatine binçavkirin gehişt 9'an

Endamên ESP'ê Îbrahîm Çîçek, Ziya Ûlûsoy û Alî Hidir Polat hatin binçavkirin. Bi van binçavkirinan hejmara ESP'iyên ku di nava 2 rojan de hatine binçavkirin gehişt 9'an.

Endamê Lijneya Rêvebiriya HDK'ê û Şêwirmendê Serokê Giştî ya ESP'ê Îbrahîm Çîçek li Mecîdiyekoy Stenbolê, Ziya Ûlûsoy li Samsûnê û Alî Hidir Polat jî li Îzmîrê di çarçoveya biryara 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hatin binçavkirin. Hate zanîn ku, Çîçek niha li Miduriyeta Polîsan ya Stenbolê tê girtin û dê Ûlûsoy û Polat jî bînin Stenbolê.

Ji aliyê din ji ber ku di dosyaya lêpirsînê de biryara nepeniyê heye nehat zanîn ku endamên ESP'ê ji ber çi hatine binçavkirin. Duh jî Rêvebirê Rêxistina ESP'a Stenbolê Ersîn Sedefoglû, Rêvebira ESP'a Îzmîrê Gorgu Demîrpençe, Gokben Keskîn, Ozlem Cîhan, Firat Şeran û Alî Haydar Keleş hatibûn binçavkirin. Bi binçavkirinên îro hejmara ESP'iyên hatine binçavkirin gehişt 9'an.