Hejmara 237’emîn a Stêrka Ciwan derket

Hejmara meha Sibatê ya kovara Stêrka Ciwan, bi manşeta “Em ê Komploya Navneteweyî, di sala serkeftinê de parçe bikin” derket. Di kovarê de qala pêvajoya siyasî ya dawî tê kirin.

Kovara Stêrka Ciwan ev demek dirêj e, li Ewropayê weşanê dike. Di hejmara meha Sibatê ya kovarê de, nivîsên bi Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilizî hatine nivîsîn.

Di hejmara vê mehê ya kovarê de, nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernava “Azadiya Min Azadiya Gelê Kurd e” û nirxandina Komploya Navneteweyî  hatine weşandin.

Perspektîfên ku qala rol û mîsyona ciwanan a ji bo Komploya Navneteweyî dikin, cihê xwe digirin.

Nivîsên têkildarî têkoşîna Şehîd Tolhildan Tîrêj û Şehîd Axîn Mahir Dîcle jî di hejmara vê mehê de hene ku ji aliyê hevrêyên wan ve hatiye nivîsîn.

Bi heman mijarê Faraşîn Mervan jî bi nivîsa xwe ya bi sernava “Bi parastina cewherî, jiyana bi jinane” qala têkoşîna parastina cewherî ya jinan dike.

Nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernava “Em di sala 25’an de sîstema Îmraliyê parçe bikin” di kovarê hatiye weşandin.

Di hejmara meha Sibatê ye kovarê de, gelek nivîsên têkildarî komployê, îdeolojîk, çandî, hunerî û dîrokî cihê xwe digrin.

Mirov dikare li ser van navnîşanan, Kovara Stêrka Ciwan bişopîne.