Hefîd: Kurd hemû divê li dijî metirsiyê bibin yek

Aktîvîsta Feylî Şehla Hefîd bal kişand ser metirsiya li ser destketiyên gelê Kurd û got, "Ji bo li ber vê metirsiyê rabe, divê Kurdistanî hemû li hev bicivin."

Parêzvana mafên jinan a ji Rojhilatê Kurdistanê aktîvîsta Feylî Şehla Hefîd nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê da û bal kişand ser metirsiyên li ser destketiyên gelê Kurd. Hefîd bi bîr xist ku peymana Lozanê sala 2023'an bi dawî dibe û anî ziman, dewleta Tirk lawazbûna dewletên Iraq, Îran û Sûriyeyê ji bo xwe weke firsendê dibîne. Hefîd destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk vegera li sînorên Mîsakî Mîllî ye û ragihand, dewleta Tirk li ser qebûlnekirina netewe û nijadên cuda ava bûye.

Hefîd anî ziman, heta ku destûra bingehîn a heyî hebe wê destûreke bingehîn a demokratîk nikaribe ava bibe û wiha dewam kir, "Ji ber ku ew bi xwe di destûrê de dibêje yek ziman û yek netewe. Ji ber wê ji bo ku mafê gelê Kurd û gelên din û baweriyên cihêreng çê li Tirkiyê dijîn parastî be, divê em ji wir destpê bikin ango derdorên demokratîk derkevin û daxwaz bikin ku ew destûr were guhertin. Ew planeke ku ji beriya hikumeta Tirkiyê bê damezrandin hatiye danî û ji gelek aliyên wek xwendevan û heta gelê Tirk bi xwe de piştgiriya wê tê kirin û pê bawerin. Kurdan wek metirsî û terorîst dibînin. Ji derweyî nav sînorê xwe niha derbasî derveyî sînorê xwe bûye, wate li Sûriyê, Iraq û Îranê ji bo planên li dijî Kurdan pir di nava hewldanan de ye.

Sala 1983’an dema ku hukumeta Iraqê û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) di nava şer de bûn, hikumeta Tirkiyê hewlda wê yekê bişkîne û peymanek çêikirin ku li gorî wê her du welat dikarin li dijî Kurdan heya 15 kîlometreyan sînorê hevdu derbas bikin. Niha jî ew xale hatiye bikaranîn û ketine nav sînorê Iraqê, hukumeta Iraqê jî ji ber ku niha lewaz e û bi temamî xwe nedamezrandiye, her wiha di nava Iraqê de yên girêdayî Îran û welatên din hene ku di siyasetê de xwedî bandorin, dîsa di aliyê leşkerî de jî mîna hêzên Heşdî Şebî yên girêdayî Sipahê Pasdaran ê Îranê di nava artêşê de jî bi bandorin. Ji ber wê jî guh nadin destdirêjiyên hukumeta Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê."

TIRKIYE DIJMINÊ HERÎ METIRSÎDAR Ê KURDAN E

Hefîd diyar kir ku gelek hêzên bi ser Îranê ve heman polîtîkaya Tirkiyeyê dimeşînin û wiha dewam kir, "Bi rastî jî Tirkiye pir metirsîdar e. Xeternaktirîn dijminê Kurdan Tirkiye ye, ji ber ku wek min diyar kiribû ne tenê di nava sînorê xwe de, li her cihê ku Kurd lê bin êrîşê wan dike. Xistina PKK’ê nava lîsteya terorê, Tirkiye zextê dixe ser wan welatên ku bi wan re peymanên hevbeş hene û wek dostê xwe dizane. Xistina PKK’ê di nav lîsteya terorê ne bi xwestê dewletên din yan jî bi belgeyên xwe amadekirî çêbûye, belku dewleta Tirk bi xwe bi zexta xwe ew yek bi wan daye kirin. Ji ber ku niha hin kesim derketine ku dixwazin PKK’ê ji nav lîsteya terorê derxînin. Bi rengekî eşkere dibêje, gelê xwe wisa fêr kiriye û bi rengekî bê şerm dibje ezê herim bakurê Iraqê û wan li ser rûyê Iraqê ji xelkê terorîst paqij bikim. Ji bilî wê jî ew destkeftên Başûr ango siyasetmedarên Başûr û hukumeta Kurdî hewl nedaye ku ew peymana di navbera Iraq û Tirkiyê bide betalkirin. Niha jî çareserî eve ku hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û yên Iraqê jî hewlbidin wê peymana di navbera Iraq û Tirkiyê bê betalkirin da ku bikarin sînorê xwe biparêzin. Mixabin gelek ji Kurdan hê jî neketine ferqa mezinbûna metirsiya li ser wan destkeftiyên ku me heye wek Rojava û Başûrê Kurdistanê. Pêwîste her takê Kurd bizane ku ew êrîşên Tirkiyê pir metirsîdarin û siyaseta qirkirina netewa Kurd e. Îro em di demekê de ne ku  bi rastî gelê Kurd ji bilî ku destkeftek baş heye, hişyartir e û ji her demê zêdetir ji xwe dost peyda kiriye. bi taybetî sipasiya tevgera li Rojava çêbûyî, xebata jinan û destkeftên jinan ku bala cîhanê kişande ser xwe dikim, hem di aliyê netewî û hem jî di aliyê sekinandina li hemberî rêxistina terorîstî ya DAÎŞ’ê hem xwe û hem jî hemû cîhan parast, her wiha wekheviya jin û mêr parast."

DIJMINÊN ME LI DIJÎ ME DIBIN YEK, LÊ EM HÎN BI HEV RE NAKOK IN

Hefîd anî ziman ku gelê Kurd gelekî gelekî têgihiştî ye û got, "Kurd îro di astek din de ye, hişyartir bûye û ji her demê zêdetir xwedî çek û çekdarên baş e, tenê tiştek me nîne ku çawa dijminên me li hemberî me yek digrin, lê di nava me bi xwe de nakokî heye. Ji ber wê îro pir pêwîste ku hemû alî û partiyên siyasî li hevbikin û erkê dikeve ser milê gel jî ev e ku vê metirsiyê bibînin û bi xwepêşandan û çalakiyên cûr bi cûr lidar bixin. Îro erkekî netewî li ser milê her kesê heye ku zextê li aliyên siyasî bike da ku bi hemû hêza xwe li hemberî wan êrîşan rawestin û ji sazî û rêxistinên navnetewî û welatên dost bixwazin ku wan destdirêjiyan rawestînin. Ji ber ku bi rastî jî ev êrîşên Tirkiyê li gel ku dijî Kurdan e, di heman demê de binpêkirina yasayên navdewletî ye û her wiha metirsiye li ser hemû cîhan. Pêwîste em û hemû neteweyên cîran û yên kêm hejmar yên li Kurdistanê dijîn dostaniya xwe xurttir bikin, bi taybetî bi netewa Ereb û hemû neteweyên li herêmê dijîn. Divê em hemû Kurdistanî hev bigrin da ku bikarin li hemberî vê metirsiyê bisekinin."