HDP û Partiya Çepên Kesk wê bi gel re bicive

HDP û Partiya Çepên Kesk civînên xwe yên di asta navendî de qedand û wê bi rêveberiyên xwe yên bajar û navçeyan û bi gel re bicive.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk civînên navendî yên nirxandina hilbijartinan temam kirin. Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) di civînan de hin biryaran girtin.  

Li gorî biryarên ku partiyan girtiye; wê li bajêr, navçe, taxan û gundan civînên gel li dar bixin. Bi rêveberiyên bajêr û navçeyan re wê civînên rexnekirin û xwerexnekirinê bên kirin. Hem di civînên gel de hem jî di civînên din de wê rewşa rêxistinî bê nîqaşkirin. Nûnerên rêxistinên sivîl, rûspî, parlamenter û rêveberên partiyan wê tevlî civînan bibin.  

Ev civîn wê 7’ê Hezîranê de dest pê bike û heta roja 27’ê Hezîranê bidome. Tê xwestin ku civînên gel ne li cihên girtî, li qadên vekirî bên kirin.  

Tê payîn ji ber geşedanên polîtîk civîn qelebalix bên lidarxistin. Di civînan de wê her welatî bikaribin biaxivin. Di çarçoveya bernameyê de wê parlamenter û rêveberên partiyan di Cejna Qurbanê serdana gel û malan bikin. Di seranserî betlaneya cejnê wê serdanên li gund û malbatan were kirin.

Piştî xwerexnekirinê û civînên gel wê xebatên konferansên xwecihî û navendî dest pê bike.