HDP: Qesr, tevahî bindestan dike hedef

HDP’ê got; “Îro êrîşên desthilatiya Qesr-AKP’ê ne tenê li dijî HDP’ê, di serî de karker, kedkar, tevahî bindestan dike hedef.”

HDP’ê bi rasthatina 46’emîn salvegera berxwedana karkeran a 15-16’ê Hezîranê daxuyaniyek nivîskî weşand, got; “Îro êrîşên desthilatiya Qesr-AKP’ê ne tenê li dijî HDP’ê, di serî de karker, kedkar, tevahî bindestan dike hedef.”

Partiya Demokratîk a Gelan daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku 15-16’ê Hezîranê 1970’î, li Tirkiyeyê berxwedanên herî mezin ên karkeran pêş ketine, ji ber dewletê li dijî karkerên berxwedêr tundî bi kar anî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

HDP’ê di 46’emîn salvegerê de careke din karkerên ku di berxwedana 15-16’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, got: “Bibîranîna wê pêvajoya ku dişibe roja me girîng e.”

HDP’ê destnîşan kir ku bûyerên 15-16’ê Hezîranê ji geşedanên roja me re dibe ronahî û dersên girîng jê tê derxistin, wiha dewam kir: “Îro êrîşên desthilatiya Qesr-AKP’ê ne tenê li dijî HDP’ê, di serî de karker, kedkar, tevahî bindestan dike hedef. Polîtîkayên şer û hilweşînê, bi sûcên mirovatiyê yên li dijî gelê ve dewam dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bawer dikin ku yên 15-16’ê Hezîranê fêm kiribin, wê di roja me de vê hewldana tesfiyeyê ya li dijî partiya me jî fêm bikin. Di 46’emîn salvegera berxwedana 15-16’ê Hezîranê de ji bo tevahî hêzên ked û demokrasiyê li dijî derbeya Qesrê mafê xwe yên demokratîk a berxwedanê bi kar bînin, em bangên xwe nû dikin.”