HDP: Pêvajoyeke nû ya darbeyê hate destpêkirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku di operasyona qirkirina siyasî de ya ji Amedê destpê kir û li 21 bajaran dewam kir zêdeyî 100 kes hatin destgîrkirin û got, "Ev operasyon operasyona desteserkirina îradeya gel û sindoqan e."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê li ser operasyonên vê sibehê daxuyaniyek da û got, "Desthilatdariya AKP-MHP ku li ber têkçûneke mezin a di hilbijartinê de ye, ji ber tirs û panîkê êrîşî partiya me, rêxistinên civakî yên sivîl, dînamîkên civakî û muxalefetê dike. Serê dibehê di êrîşan de ku bi destê dadgeriyê li Amedê û 21 bajaran hate kirin, Alîkara Hevserokên Giştî yên partiya me Ozlem Gunduz, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya me Mahfûz Guleryuz, endamên me, rojnamevan, hiqûqnas û hunermend jî di nav de zêdeyî 100 kes hatin destgîrkirin."

PÊVAJOYA DARBEYEK NÛ YE

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em jî civak jî baş zanin bê sedema vê êrîşê çi ye ku desthilatdariya AKP'ê û dadgeriya di bin bandora wê de pêk aniye. Desthilatdariya ku ji sala 2015'an û vir ve bi darbeyên siyasî, komkujî, propaganda reşkirinê, rêbazên şerê taybet, gef, şantaj û her cûre êrîşan hewl dide temenê xwe dirêj bike, bi pêla destgîrkirinê ya vê sibehê re li hemberî hilbijartinên 14'ê Gulanê pêvajoyeke nû ya darbeyê daye destpêkirin. Ev operasyon operasyona desteserkirina îradeya gel û sindoqan e. Ev operasyon hewldanek ji bo çavtirsandinê û gefa li ser tercîha siyasî ya civakê ye.

Hewldaneke tesadûfî nîne ku êrîş li dijî wan parêzeran hate kirin ku wê sindoqên hilbijartinê biparêzin, wan rojnamevanan hate kirin ku wê raya giştî agahdar bikin, wan siyasetemdarên me hate kirin ku li dijî AKP'ê li qadê têdikoşin. Desthilatdariyê destpêkê çete û mafyayên xwe ber bi qadê ve dehf da û bi zimanê DAÎŞ'ê gef li civakê xwar, niha jî bi destê polîs û dadgeriyê yekser dest li hilbijartinê werdide. Dadgerî û polîsên ku dest nadin wan çeteyan ên ku bi rengekî eşkere gefa 'serjêkirinê' dixwin û bi zarokan gefê li hilbijêrên me dixwin, tevlî kampanya hilbijartinê ya AKP û MHP'ê bûne.

WÊ LI QADA SIYASETÊ NEMÎNIN

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku her ku têk diçe bêhtir êrîş dike, her ku êrîş dike têk diçe, wê nikaribe ji aqûbeta li bendê ye rizgar bibe. Ev êrîş hewldanên dawî yên AKP'ê ne û wê ti carî bi ser nekeve. Bersiva herî mezin a li hemberî van êrîşan wê di dengdanê de ji aliyê hemû beşen civakê ve bê dayin. Operasyona AKP'ê ya li Amedê da destpêkirin wê herikîna dîrokê neguherîne, berevajî wê îradeya gel a ji navenda Amedê bike ku AKP'ê ji qada siyasî bi temamî tune bike.

Em bang li her kesî dikin ku li hemberî vê sîstema şantaj û gefxwarinê helwesteke şênber nîşan bidin. Em bang dikin ku li şûna kesên hatine destgîrkirin bi hezaran, bi deh hezaran kes bi berpirsyarî rabin û tevlî karên hilbijartinê bibin, li dijî darbeyê bi rengekî çalak kar bikin. Em li vir in û em ê teqez bi ser bikevin."