HDP: Heke desthilata AKP/MHP neçe krîza giran a zad tê

Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere hişyarî da ku krîza giran a zad tê û got çareserî çûna desthilata AKP-MHP'ê ye.


Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê li avahiya navenda giştî bi daxuyaniyeke çapemeniyê da û Rapora Rewşa Zirabûnê aşkere kir. Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez û wekîlê HDP'ê yê Izmîrê Murat Çepnî jî li daxuyaniya çapemeniyê hazir bûn, bal kişandin ser ku sîstemên ekolojiyê hildiweşin.

Kizileder got, ''Sedema sereke ya krîzên ekolojiyê yên li Tirkiyê jixwe desthilat bixwe ye. Li Tirkiyê bi rengekî jêneger ziyan digihe ekosîstemê''. Kizldere her wiha gt li ser ekosîteman bi krîza avûhewayê re talokeya krîza ziwabûnê heye.

Hevberdevka Komîsyonê Kizildere bal kişande ser giringiya tevdîran û got, ''Ji bo krîza avûhewayê û ziwabûnê hem xwecih û hem netewî bi bayê bezê divê polîtîka werin danîn û tevdîr werin standin. Ji bo ku avûhewa diguhere divê mirov bala xwe bide ser ziwabûnê û bernameyên adaptasyonê werin danîn.''

Kizildere her wiha diyar kr li dijî krîza avûhewayê û ziwabûnê tekane rêya xilasyê ew e ku desthlata AKP'ê biguhere û got, ''Lê yek ji van çareseriyan bi desthilata berdest ne pêkan e, di serî de divê ev desthilat bguhere ku bûye krîza rêveberiyê. Divê destên xwe yên gemarî ji welatê ku rê ve dibin û afatê l ser radkn vekişînin. D roja 5'ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Hawîrdorê de, li dijî krîza avûhwayê û ziwabûnê tekan rê ew e ku demildeset desthilata AKP'ê biguhere.''
Kizildere herî dawî hişyarî da û got krîzeke giran a zad li pêşiya mirovan e.