HDP: Em ê qetlîama Maraşê nedin jibîrkirin!
HDP’ê di salvegera wê ya 44’emîn de cangoriyên Qetlîama Maraşê bi bîr anî û xwest bila arşîv werin vekirin.
HDP’ê di salvegera wê ya 44’emîn de cangoriyên Qetlîama Maraşê bi bîr anî û xwest bila arşîv werin vekirin.
Hevberdevkên Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Tûrgût Oker bi wesîleya salvegera Qetlîama Maraşê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “44 sal berê di 19-26’ê Kanûnê de li Maraşê qetlîamek hate kirin. Di vê qetlîamê de bi sedan welatiyên me yên Elewî hatin qetilkirin, ji hezarî zêdetir birîndar bûne, bi sedan mal û dikan hatin rûxandin. Ji wê rojê heta îro Tirkiye nebûye welatekî ku Elewî di nav aramiyê de bijîn. Hê jî mala Elewiyan tê nîşankirin, li hemberî beşên civakê yên cihê polîtîkaya vederkirin û nefretê tê meşandin.
Hê jî gorên cangoriyên qetlîama Maraşê nayê zanîn. Dosyeyên arşîvê li cem Fermandariya Hêzên Bejahî yê Serokatiya Artêşa Giştî de ye. Ligel biryarên dadgehê bi hinceta ‘raza dewletê ye’ van dosyeyan nadin parêzeran.
Divê hevrûyî qetlîama Maraşê were kirin û arşîvên derbarê qetlîamê were vekirin. Ji bo azadiya civakê divê ev gav werin avêtin. Heke di nav meclîsê de Komîsyona Heqîqet û Edaletê were avakirin û ev komîsyon bala xwe bide ser ronîkirina sûcên mirovayetiyê, binpêkirinên mafên mirovan û Qetlîama Maraşê wê ji bo pêvajoya hevrûbûnê destpêkeke baş were kirin.
Em êşa Maraşê, Çorûmê, Sêwasê û Roboskiyê di dilê xwe de hîs dikin. Em careke din diyar dikin em qebûl nakin ku Qetlîama Maraşê were jibîrkirin û em ê jî Qetlîama Maraşê nedin jibîrkirin.”