HDP’ê têkildarî dîmenên êşkenceyê yên li herêma erdhejê gilî kir
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê der barê dîmenên êşkence û tundiyê yên li herêma erdhejê de serlêdana sûc kir û gilî kir.
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê der barê dîmenên êşkence û tundiyê yên li herêma erdhejê de serlêdana sûc kir û gilî kir.
Desthilatê piştî erdhejên li Mereşê çêbûn, bi îdiayên talankirinê OHAL îlan kir. Gotinên desthilatê li ser medyaya dîjîtal bi etîketa ‘talanker’ bi parvekirina dîmenên lînc û êşkenceyê bi encam girt. Li ser medyaya dîjîtal derket holê ku kesên hatine êşkencekirin dilxwaz û mexdûrên erdhejê ne. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî dîmenên êrîşên lîncê û êşkenceyê der barê Wezîrê Karên Hundir, Walî, alîkarên walî, midûrên polîsan, peywîrdarên cemaweriyê yên êşkence û lînc kirin de bi sûcên “sûcê îşkenceyê” , “sûcê eziyetê” , “peywîra xwe baş bikarneaîn” , “bizanebûn birîndarkirin” , “heqaret” , “kes ji azadiya wî bêpar hatiye hiştin” serlêdana sûc kir û giliyê wan kir.
HDP’ê di serlêdana sûc da balkişand ser mewzûata netewî û navnetewî û wiha got: “Di dîmenên li ser hesabên medyaya dîjîtal belavbûn de tê dîtin ku kesên tên texmînkirin hêzên ewlehiyê ne û hin sivîl bi îdiaya ku ‘dizî û talankerî hwd.’ sûc kirine êşkence li wan kesan kirine. Em dibînin ku pesnê van sûcan tê dayîn, tên pîrozkirin. Em dixwazin ku peywîrdarên cemaweriyê û kes cuda cuda bên tespîtkirin û derbarê wan bilez lêpirsîn were vekirin, lêpirsîneke bibandor bê meşandin û derbarê wan de doza cemaweriyê bê vekirin.”