HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan bi bîr anî
HDP’ê qurbaniyên ku di qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî.
HDP’ê qurbaniyên ku di qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî.
Desteya Rêveber a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyek nivîskî kesên ku di qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî.
Daxuyaniya HDP’ê wiha ye:
“Ti nasname, ziman, çand yan jî baweriyek etnîk a li ser vê xakê ji ya yekê din li jortir nîn e. Ev rastî hîna weke rastiya giştî ya civakî û siyasî nehatiye qebûlkirin. Li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê tê kirin rabûn, pêngavekî girîng a avakirina pêşerojek hevpar û wekhev û aştiya civakî ye. Em bi vê hest û fikirê weke gelên qedîm ên Enetoliyê û Mezopotamyayê êşên 108 salan parve dikin û kesên di wê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane, bi xemgînî û rêzdarî bi bîr tînin.”