HDP’ê li Torbaliya Îzmîrê tecrîda Îmraliyê protesto kir

Rêxistina HDP’ê ya Torbaliya Îzmîrê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Torbali Îzmîrê têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û piştre jî çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Ji tecrîdê re na, azadî ji bo girtiyan”, “Ji şer re na, aştî a niha” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 

Di çalakiyê de Hevserokê HDP’a Torbaliyê Husnu Bîtîrmîş diyar kir ku rejîma yekzilamî ji boku li ser xwe be, nîjadperestî, mîlîtarîzm û zayenperestiyê pêş dixe û polîtîkaya şer û tundiyê kûrtir dike. Bîtîrmîş got “Kesên li dijî van êrişan têkoşîna wekhevî û azadiyê didin jî tên girtin, destgîrkirin û êşkencekirin. Dixwazin bi vê yekê wan bi tenê bihêlin û bêçare bikin. Bi kurt û kurmancî hewl didin bi rêya şer û tecrîdê tevahiya civakê bênefes bihêlin.” 

Bîtîrmîş diyar kir ku sedema bingehîn a şert û mercên giran ên jiyanê polîtîkaya tecrîdê ye û wiha bi dawî kir: “Di pirsgirêka Kurd de neçareseriyê ferz dikin. Hewl didin destkeftiyên gelê Kurd tune bikin û pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkeke ewlehiyê dibînin. Lewma jî her cureyên êrişê wekî heqê xwe dibînin. Gelek mînakên wê di dîroka me de hene ku kengî tecrîda li Îmraliyê giran bibe, siyaseta neçareseriya civakî jî kûrtir dibe. Lê dema bi Îmraliyê re hevdîtin tên kirin û deriyên guftûgoyê vekirî tên hiştin jî li Tirkiyeyê çanda demokrasiyê pêş dikeve. Lewma em dibêjin ku yên li dijî tecrîda li Îmraliyê derdikevin di heman demê de çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane diparêzin. Ev helwest her wiha tê wateya parastina pêşerojeke demokratîk. Ji ber vê jî divê em nerazîbûna li dijî tecrîda mutleq û pergala êşkenceyê zêdetir bikin.” 

Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.