HDP’ê li ser biryara ‘blokeyê' daxwaza daxuyaniyê ji AYM’ê kir

Alîkarê Hevserokên HDP’ê Tayîp Temel, skandalên biryara “blokeyê“ rêz bi rêz kirin û bertek nîşan da ku divê AYM li ser biryarê daxuyaniyê bide.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), serlêdana têkildarê blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qebûl kir. AYM îro gotûbêj li ser serlêdanê kir û biryar da ku hesabên partiyên bi demkî bên blokekirin. Alîkarê Hevserokên HDP’ê Tayîp Temel, îdiayên di daxwaznameya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn de ku wek boneya biryara AYM’ê hatin nîşandan, rêz bi rêz kirin û got ku biryar bi dek û dolaban hatiye dayîn û diyar kir ku xebatên siyasî yên partiyê hatine îlegalîzekirin.

Temel got ku gotinên hevserokên giştî yên partiyê û parlamenteran li ber kursiyê meclîsê kirine jî di nav daxwaznameya dozger de ne û ev wek hinceta dayîna biryarê hatine nîşandan û got ku biryar skandaleke hiqûqê ye.

Temel, bi hashtaga #GaspVar (xesp heye) ev tişt par kirin:

* Dozger destpêkê gotiye ku mirov dikare bi rêya gotinên ku partiyekê kirine ya ji nekirine bigihîje encamê, hikûm bide û bi nenîşandana bertekê li dijî bûyeran sûcdar kiriye. Argumana sereke ev e: Dudiliya ‘şermezar kir/nekir’. Ev argumanê destpêkê yê vê dek û dolabê ye. 

*Sedema din a blokekirina hesabên HDP’ê jî dûrê aqilan e: Wiha hatiye gotin: Gotina, “Di çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştî û hevdîtinan de muxetebek jî Îmrali ye“ bes e ji bo dayîna biryarê. Li vir hemû aliyên pêvajoya çareseriyê hatin mehkûmkirin. Nexwe kî ev daxwazname nivîsiye?

*Li odeyeke meclîsê wekîlekê/e tev li bernameya TV’yê bûye û gotiye ‘budçeya şer’. Gotiye, ev sedem bes e. Mijara tecrîdê li ber kursiyê meclîsê kiriye arguman. Lê li gor xala 83’yemîn a Destûra Bingehîn eşkere ye û destnedayîna kursî heye. Ev skandal e. AYM divê daxuyaniyê bide.

* Têkildarê hin rewşan ku dibin sedema rabûna hêrsa mirov û jidestdayîna jiyanê ya mirov, gotina “ji ber polîtîkayên şer e“ jî kiriye hincet. Ango bi gotinên kirine û nekirine daxwaza cezakirina HDP’ê hatiye kirin.

* Tevî lixwemikurhatinan daraz dengê xwe ji alîgirên AKP ê û talana qeyûman re nake lê kampanyayên hilbijartinê yên bi pereyekê kêm lêçûnên fermî yên HDP’ê îlegalîze kiriye.

* Ev sedemên me gotin, ne hiqûqî ne, îdiayên ji bo girtina partiyê û ev îdia heman in ku me jixwe bi berferehî parastina xwe kiriye û bersiv daye. Em ê vê rejîma derexlaqî ya xespker, teqez biavêjin ser sergoyê dîrokê.