HDP’ê, êrîşa li Silêmaniyê şermezar kir
HDP’ê, êrîşa çekdarî ya li Silêmaniyê ya dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan şermezar kir û xwest berpirsiyar bên dîtin.
HDP’ê, êrîşa çekdarî ya li Silêmaniyê ya dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan şermezar kir û xwest berpirsiyar bên dîtin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sûîqesta li Silêmaniyê ya li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan şermezar kir.
HDP’ê, li ser hesaba xwe ya medya dijîtal ev daxuyanî da: “Em sûîqesta li Silêmaniyê ya li dijî endamê Komaleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş berdewamiya komkujiyên li dijî Nagîhan Akarsel û bi dehan welatparêzên Kurd e. Erka rêveberiya herêmê ye ku tavilê berpirsên vê sûîqestê eşkere bike.”