HDP'ê di salvegera 159'an de 'Qirkirina Çerkesan' bi bîr anî

Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê di salvegera 159’an de kesên di Qirkirina Çerkesan de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî.

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera Qirkirina Çerkesan peyama bîranînê weşand.

HDP'ê got, "Em vê êşa mezin a Çerkesên ku di 21'ê Gulana 1864'an de di encama dagirkirina Rûsyaya Çarîtî de ji welatê xwe hatin sirgûnkirin û rastî qirkirinê hatin, ji dil hîs dikin."

Di berdewamiya peyamê de wiha hate gotin: “Çerkesên ku ji bo serxwebûna Çerkes bi sedsalan li ber xwe didan, 159 sal berê weke îro li çar aliyê cîhanê hatin belavkirin. Di vê sirgûna ferzkirî de milyonek û 500 hezar Çerkes ji welatê xwe hatin dûrxistin, zêdeyî 500 hezar Çerkesan jiyana xwe ji dest dan û hewl hat dayîn li warên sirgûnê bên asîmîlekirin.

Ev trajediya ku Çerkes jê re dibêjin “sirgûn û qirkirin” tu carî nayê jibîrkirin. Weke gava yekem a rûbirûbûna vî sûcê mezin ê mirovahiyê; divê qirkirina Çerkesan bê naskirin. Divê nav, paşnav, ziman û mafên çandî yên Çerkesên li Tirkiyeyê dijîn bên dayîn, navên gundan ên ku hatine guhertin bên vegerandin, ji bo vegera wan a li welatê xwe divê bê şert û merc, madî û manewî piştgirî bê dayîn.

Wek Partiya Demokratîk a Gelan; em bang li wan dikin ku ji bo Çerkes bi nasname, ziman û çanda xwe bijîn û bidin jiyîn mafên demokratîk û azadiyên ku dixwazin qebûl bikin. Em êşa gelê Çerkes ji dil hîs dikin.”