HDP’ê destgîrkirina mele û oldaran şermezar kir
HDP’ê destgîrkirina mele û oldaran şermezar kir û xwest bila werin berdan.
HDP’ê destgîrkirina mele û oldaran şermezar kir û xwest bila werin berdan.
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari bi daxuyaniyeke nivîskî destgîrkirina mele û oldaran şermezar kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Bingeha destgîrkirina Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) û Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) tuneye û em vê destgîrkirinê qebûl nakin. Em van zext û destgîrkirinên ku li ser alimên olî şermezar dikin. Alimên olî polîtîkayên şaş ên desthilatdariyê qebûl nakin û ji ber vê tên destgîrkirin. Ev destgîrkirin û zext wê bibe sedem ku gelê me li dora alimên olî û rûspiyan bibin xeleq. Divê alimên olî û meleyên ku hatine destgîrkirin, werin berdan.”