Parlamenterên HDP'ê ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û tavilê hevdîtin pê re bê kirin, li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan, Feleknas Ûca, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî, Abdûllah Koç, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Erdal Aydemîr çalakî kirin.
Heyet li nêzî Wezareta Edaletê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Di dema meşê de dowîzên bi nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye", "Bila li Îmraliyê hiqûq bi cih bê anîn" û "Parêzer biçin Îmraliyê" hatin hildan.
Heyetê piştî meşê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiya xwe ya roja destpêkê qedand.
Parlamenterên HDP'ê ji bo dawî li tecrîda li ser Îmraliyê bê anîn, wê li ber Wezareta Edaletê bi dorvegerî û bêdem çalakiyê lidar bixin. Parlamenter wê her roj di saetên diyarkirî de li ber wezaretê bin.