HDP’ê bi KRHXKE’an re civiya
Şandeyeke ya HDP’ê li Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KRHXKE) kir.
Şandeyeke ya HDP’ê li Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KRHXKE) kir.
Nûnerên HDP’ê yên li Strasboûrgê li gel 2 hevşaredarên li Fransa û Elmanyayê li sirgûnê dijîn bi delegeyên KRHXKE re civiyan.
Di hate payîn ku di hevdîtina yekemîn de Ayhan Bîlgen û Adalet Fîdan ên li şûna wan qeyûm hate danîn jî cih bigirin, lê ji ber qedexeya derketina derveyî welat ev yek pêk nehat.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgorkçe Ertan a bi qeyûman ji erkê hate girtin, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û hevserokê berê Veysel Keser tevlî civînê bûn.
Hevdîtinên ku bi pêşengtiya nûnerên HDP’ê Fayîk Yagiz ve pêk hat, li ser hevşaredarên bi qeyûman ji erkê hatine girtin, wekîl, girtin, sirgûn û binpêkirinên mafan nirxandin hate kirin.
Şandeya HDP’ê bi Serokê Koma Sosyalîst Kral-Heînz Lambert, ji Fransayê Serokê Şaredariya Ploeûc-I’Hermîtage û Serokê Delegasyonê Thîbaût Gûîgnard û Alîkarê Serokê Şaredariya Angers Benoît Pîlet, ji Elmanyayê jî Serokê Şaredariya Greîfswald Stefan Fassbînder û Endamê Parelementoya Herêma Baden-Wurttenberg Josef Frey û Sabîne Drees a ku pêşentiya şandeya Elmanya dikir re civiyan.
Her wiha bi Komîteya Şopandin û şandeyek ji Hollandayê re jî civîn hate kirin. Navê kesên ji Komîteya Şopandinê tevlî civînê bûn wiha ne:
Ji Avûstûryayê Serokê Komîteya Şopandinê û Endamê Meclîsa Şaredariya Pûch Beî Haleîn Gûrdrûn Mosler-Toenstroem, ji Elmanyayê Serokê Odeya Rêveberiya Xwecihî û Seroka Şaredariya Sîndelfîngen Bernd Voehrînger, ji Slovenyayê Serokê Şaredariya Kocevje Vladîmîr Prebîlîc û endamê Meclîsa Bakurê Îrlanda Stewart Dîckson.
Şandeya Hollanda: Serokê Şaredariya Mîddelbûrg û serokê Şandeyê Harald Bergmann; Endamê Şaredariya Oûderkerk an de Amstel Alexender Boomgaars û Serokê Herêma Eyaleta Belderland Jan Markînk.
Şandeya HDP’ê ya ku qala zextên qeyûm û nelirêtiya wan kir, îşaret bi wê yekê kir ku şaredarî AKP’ê fînanse dike.
HDP’iyan di hemû civînan de anî ziman ku divê dengê hemû HDP’iyên hatine hilbijartin bên bihîstin û bixin rojeva saziyên Konseya Ewropayê.