HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bi bîr anî
HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku di berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin, bi bîr anî.
HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku di berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin, bi bîr anî.
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede daxuyaniyeke nivîskî weşand û Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku di berxwedana Geziyê de hatibû kuştin, bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz di dema berxwedana Geziyê de di 3’ê Hezîrana 2013’an de li Eskîşehîrê polîsan li wî dabû, piştî ku 38 rojan di nexweşxaneyê de ma, di 10’ê Tîrmeha 2013’an de jiyana xwe ji dest da.
Di doza kuştina Korkmaz de 4 polîs û 4 kesên sivîl hatin darizandin û di dozê de kujer hatin parastin û hatibû xwestin ser vê bûyerê were girtin.
Em careke din sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên Korkmaz re dixwazin. Em ê wê pehîna dawîn a ku li Korkmaz hate xistin, tu carî ji bîr nekin û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”