HDP: Di şexsê Tahîr Elçî de lêgerîna aştiyê kuştin

HDP'ê Tahîr Elçî bibîr anî û got, "Destê û rûyên tarî yên desthilatdarî û dewletê, di şexsê Birêz Elçî de êrîşî lêgerîn û hêviya aştiyê kirin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber yekemîn salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi destê polîsan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li cihê Elçî hat kuştin bi rojan lêkolîna hiqûqî nehat kirin, delîl hatin tarîkirin û hat gotin, "Tevî ku salek di ser re derbas bûye jî di pêvajoya dozê de gavek nehatiye avêtin. Parêzer hê jî nikarin dosyayê bibînin.

Em bi kiryaran dizanin. Dest û rûyên tarî yên desthilatdarî û dewletê, di şexsê Birêz Elçî de êrîşî hêvî û lêgerîna aştiyê kirin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê da xuyakirin, ku ew ê şopdarên vê doza kuştina siyasî bin.