HDP çû serdana Lîbyayê
Partiya Tevgera Siberojê ya Lîbyayê HDP vexwend. HDP çû serdanê û peyamên ‘aştî, biratî û hevgirtinê’ hatin dayîn.
Partiya Tevgera Siberojê ya Lîbyayê HDP vexwend. HDP çû serdanê û peyamên ‘aştî, biratî û hevgirtinê’ hatin dayîn.
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn Tulay Hatîmogûllari û Alîkarê Hevserokatiya Giştî Mehmet Tiryakî jî di nav de heyeteke HDP'ê çû serdana Partiya Tevgera Siberojê ya Lîbyayê.
Serokê Partiya Tevgera Siberojê ya Lîbyayê û Wezîrê berê yê Karê Derve Dr. Abdulhadî Huvec û rayedarên partiyê bi heyeta HDP’ê re rûnişt.
Li gorî dasxuyaniyê ji bo gelên her du welatan qala girîngiya aştî, biratî û hevgirtinê hatiye kirin.
Hate diyarkirin di heman demê de li Navenda Avakirina Aştiyê û Rêveberiya Krîzê jî bi komek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Lîbyayê jî civînek hatiye kirin.
HDP’ê diyar kir siyasetmedarên Lîbyayê xwestine bila Tirkiye hêza xwe û leşkerên xwe yên bi meaş ji Lîbyayê vekişîne.
[album=18827]