Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat gotin, "Îro danê sibê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de avêtin ser navenda Partiya Herêmên Demokratîk û saziyên bajaran. Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir û gelek rêveber hatin destgîrkirin. Ev operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partiya me û DBP'ê ku îradeya siyasî ya gelê Kurd e, operasyona hilbijartinê ya dijdemokratîk a desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku darazê dike amûra siyasetê.”
'VÎNA GELÊ KURD DIBE HEDEF’
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Tişta ku bi rastî jî bi hedefgirtina DBP'ê tê armanckirin ew e ku îrade û hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd di hilbijartinê de bi dest bixe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê beriya hilbijartinan dixwaze bi rêbazên antî demokratîk re vîna gelê Kurd ku hevrikê wê yê herî dînamîk û xurt e, bi planên şer, operasyonên dadgeriyê û darbeyên siyasî bifetisîne.
Di vê pêvajoya ku em ketine nav xebatên hilbijartinê de; kûrkirina tecrîda mutleq a li Îmraliyê, êşkenceya li siyasetmedaran a ji aliyê polîsên qeyûm ve li nava kolanan û êrîşên li dijî dayikên li edaletê digerin û operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî DBP'ê îro nîşan didin ku stratejiya hilbijartinê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser kûrkirina şer, paqijkirina mûxalefetê, bêdengkirina çapemeniya mûxalîf û belavkirina şîdetê li civakê ye.
Bila gumana ti kesî nebe ku wê gelê Kurd û hêza wê ya rêxistinbûyî ew ê desthilatdariya AKP-MHP'ê weke desthilatdarên berê jî têk bibin. Nîşaneya serketinê ya Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir dema hate destgîrkirin pusulaya serketina gelê Kurd e, nîşaneya wê yekê ye ku desthilatdariya AKP-MHP'ê nikare ji têkçûnê xwe rizgar bike.
Di vê çarçoveyê de em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li gelê Kurd û hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd derkevin û li dijî lîstikên endezyariya siyasî yên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi defên şer û operasyonên qirkirina siyasî dimeşîne, rawestin. Divê were zanîn ku; her çendî armanca sereke û lezgîn a desthilatdariya AKP-MHP'ê teslîmgirtina vîna gelê Kurd be jî, xala ku dixwaze xwe bigihîne serî, teslîmgirtina gelên Tirkiyeyê ye.”