HDP: Bêdengiya li hember sûcên li Efrînê şerma mirovahiyê ye
HDP'ê bi wesîleya 5'emîn salvegera dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, "Li Efrînê sûcên giran ên li dijî mirovahiyê bê navber dewam dikin. Bêdeng mayîn şerma mirovahiyê ye."
HDP'ê bi wesîleya 5'emîn salvegera dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, "Li Efrînê sûcên giran ên li dijî mirovahiyê bê navber dewam dikin. Bêdeng mayîn şerma mirovahiyê ye."
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê ji bo tinekirina destketiyên Kurdan xerc kiriye û nehiştiye statuya siyasî bi dest bixe, bi desteka komên çete yên cuda ev 5 sal in Efrîn dagir kiriye.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Li Efrînê sûcên giran ên li dijî mirovahiyê bê navber dewam dikin. Tevî tespît û hişyariyên saziyên navneteweyî, ku Neteweyên Yekbûyî jî di nav de ye, desthilatdariya AKP-MHP'ê li şûna ku dagirkeriya li Efrînê biqedîne yan jî li dijî sûcên tên kirin tedbîran bigire, herî dawî deriyê Efrînê ji rêxistina sûc HTŞ'ê re vekir ku ev yek dewama El Nûsra ye û bi vî rengî asteke nû li dagirkeriyê zêde kir. Li gorî rapora ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatiye amadekirin, tenê di sala 2022’yan de li Efrînê jin û zarok jî di nav de herî kêm 151 sivîl hatine qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûne. Di heman raporê de hat diyarkirin ku, rêxistinên sûc ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê 4 jê zarok 21 jin jî di nav de zêdetirî 677 sivîl revandin an jî girtin.
Efrîna ku heta sala 2018’an herêma herî aram û ewle ya Sûriyeyê bû, piştî dagirkeriyê ji bo sivîlan bû yek ji herêmên herî xeternak e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li Efrînê endezyariya demografîk û etnîkî jî kiriye, bi sed hezaran Kurd ji cih û warên wan kiriye û mehkûmî jiyana li kampan kiriye; ev herêm kiriye hêlîna rêxistinên ku di her cure sûcan de cih digirin. Ev rêxistinên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin, armanc dikin tevahî mal û milken gel tevî zeytûnên wê desteserbikin û talan dikin. Di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyonê de hemû şopên çand û zimanê Kurdî tevî navên cihan hatin rakirin, saziyên demokratîk û perwerdehiyê yên piştî rejîma Esad ji aliyê gel ve hatibûn avakirin hatin tunekirin.
‘BÊDENGÎ ŞERMA MIROVAHIYÊ YE’
Bêdengiya giştî ya cîhanê û raya giştî ya Tirkiyeyê ya li hemberî dagirkerî, endezyariya etnîkî, asîmîlasyon û talankirinê ku li dijî hiqûqa navneteweyî û hemû nirxên mirovahiyê ne, şerma mirovahiyê ye. Divê demildest dawî li dagirkirina Efrîn û herêmên din were anîn, destûr bê dayîn ku şêniyên herêmê vegerin malên xwe û ziyanên wan werin telafîkirin.
Weke HDP'ê ji bo bidawîbûna hemû dagirkeriyan, di serî de Efrîn, çareseriya pirsgirêka Kurd ku karakterekî herêmî bi dest xistiye, ji bo aştiyeke adîlane û ji bo avakirina aştiya civakî û siyasî ku karibin hemû gel bi rengekî azad û wekhev li Sûriyeyê bijîn dê têkoşîna me bidome.”