HDK’ê komkujiya li girtîgeha Rihayê şermezar kir

HDK’ê komkujiya li girtîgeha Rihayê şermezar kir

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) li girtîgeha Rihayê bi zindî şewitîna 13 girtiyan bi meşekê şermezar kir.

Endamên Kongreya Demokratîk ya Gelan li ber YKM ya Îzmîrê hatin ba hev û ji bo şewitîna 13 kesên li girtîgeha Rihayê jiyana xwe jidest dan heta qada Konakê meşiyan. Di meşa ku pankarta li ser, "Dewleta qatil li derve û hundir li ser kare, li girtîgeha Rihayê 13 girtî hatin qetilkirin" nivîsandî hat vekirin de dirûşmeyên wekî; "Bila zîndan bên valakirin, ji girtiyan re azadî", "Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn îstîfa" hatin berzkirin.

Piştî meşê endama Kongreya Demokratîk ya Gelan Hatîce Kivrik daxuyanî da û diyar kir ku, dewlet çawa ku di bûyera tacîz û destdirêjiya li girtîgeha Pozantiyê di komkujiya li girtîgeha tîpa E ya Rihayê de jî ketiye nava hewldana xwepak nîşandanê. Kivrik anî ziman ku, dewlet li şûna berpirsan derxîne holê û bidarizîne rojnamevanên ku nûçeyên van bûyeran çêdikin digre û got; "Li koguşên ku dibê 5-6 kes lê bimînin bi dehan kes lê dimînin. Ev yek rastiya girtîgehên li ser vê erdnîgariyê radixîne li ber çavan. Bombeyên gazê, terora polîsan û girtîgehên ku veguherîne goristanan dê têkoşîna bindestan neçewisîne."

Kivrik banga li dijî komkujiyan daketina qadan û qêrîna wekheviyê li her kesekî kir.