HDK’ê bertek nîşanî 2 sal cezayê girtîgehê yê ku hunermend Ferhat Tunç hatiye birîn da û got di şexsê Tunç de, aştî, biratî û azadî hatiye cezakirin.
Lijneya rêveberiya Meclisa Giştî ya HDK’ê bi daxuyaniyek nivîskî cezayê li Ferhat Tunç hatiye birîn şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di sala 2011’an de di mîtînga 1’ê Gulanê ya Dersîmê de ji ber axaftinê 2 sal ceza li Tunç hatiye birîn. Di berdweamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Heman dadgehê 10 meh ceza li hunermend Pinar Aydinlar jî birî. Em li welatekî ku navendên sendîkayan, rojname û buroyên kovaran, ajansên nûçeyan, matbayan tên desteserkirin dijîn. Tirkiyeya ku di bin destê hik3umeteke ku şanoyan digire, peykeran dişikîne û lîstikan qedexe dike, hunermend bûne hedef.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtîgeh bi rojnameger, rewşenbîr, hiqûqnas, doktor û zarokan tije bûye û wiha pêde çû: “Huner wekî baxçeyê dawî yê terorê û hunermend jî wekî terorîst tê îlankirin. Bi vê yekê hewl didin ji civakê dur bixin û bê rumet bihêlin. Desthilatdarî ji bo ku hunerê bi awayekî plankirî hundirê wê vala bike û biguherî qada sektora şahiyê, huner û hunermendan qir dike. kesên AKP’ê xweş nebîne, kesên pesnê serokwezîr nedin, jiyan ji bo wan tê tengkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di şexsê hunermend Ferhat Tunç ku endamê lijneya rêveberiya HDK’ê ye aştî, biratî û azadî hatiye cezakirin. Li welatekî ku behsa demokrastiyê tê kirin, hunermendek ji ber axaftina xw tê mahkumkirin. Ev jî nîşan dide ku azadiya fikr û ramanê di çi astê de ye.Em dê li hemberî vê bê deng nemînin. Em bang li hemû hunermend, rewşebîr û gel dikin. Bila li dijî vê bêndeng nemînin. Em dîsa bi hikûmetê bibîrdixînin ku, tu desthilatdariya ku zilm li huner û humend kiribe ji lanetê rizgar nebûye.”