HDK’ê amadekariyên Civata Giştî temam kir

HDK’ê amadekariyên 12’emîn Civata Giştî û Konferansa Giştî ya Jinan temam kir.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 29’ê Çileyê de bi dirûşmeya ‘Li dijî faşîzm û kedxwariyê em li meclîsên demokratîk bên gel hev û bi civakeke azad û rêxistinkirî re jiyana ava bikin’ li Navenda Kongreya Stenbolê 12’emîn Civata Giştî pêk bîne. Amedekariyên HDK’ê ji bo Civata Giştî bi dawî bû. Beriya civata ku wê 28’ê Çileyê bê lidarxistin, bi dirûşma ‘Serhildana me li hemberî desthilatdariya mêr e, israra me ji bo jiyana azad û wekhev e’ li Salona Dawetê ya Labella Konferansa Giştî ya Jinan a HDK’ê pêk were.

Konferansa Jinan a HDK’ê wê di saet 10:00’an de bi axaftina Hevberdevk Esengul Demîr dest pê bike. Piştî Demîr wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan derbarê pêvajoya siyasî de nirxandin bike. Konferans piştî axaftinên vekirinê ji çapemeniyê re girtî dewam bike. 

Delege, pêkhateyên HDK’ê û jinên femînîst beşdarî konferansê bibin.
12’emîn Civata Giştî ya HDK’ê jî wê 29’ê Çileyê di saet 10:00’an de destpêbike. Civata Giştî ji çapemeniyê re girtî pêk were. Her wiha pêkhateyên HDK’ê li civatê axaftin bikin. Piştî civatê wê di saet 16:00’an de pîrozbahî were lidarxistin. Pîrozbahî ji çapemeniyê re vekirî pêk were. Hevberdevkên ku bên hilbijartin encama danezana civatê bixwînin. Piştre Koma Lawjê û Koma Çand û Hunerê ya HDK’ê derkevin ser dikê. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, hemû pêkhate û delegeyên HDK’ê, pêkhateyên Tîfaqa Ked û Azadiyê, nûnerên sendîka û rêxistinên sivîl ên cuda beşdarî lijneyê bibin. 

Hem di kongreyê de û hem jî di konferansê de pêvajoya siyasî, xebatên saleke û nexşerêya xebatan werin nîqaşkirin.