HDK: Divê ev rezaleta li hember Kurdan bi dawî bibe

HDK: Divê ev rezaleta li hember Kurdan bi dawî bibe

Endamên Lijneya Rêvebera ya HDK'ê ya Edeneyê binçavkirin û girtin şermezar kirin û wiha got: "Divê ev rezaletiya li hemberî gelê kurd, şaredarên hatin hilbijartin, wekîl û rêveberên partiyê bi dawî bibe."

Endamên Lijneya Rêveber ya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) Edeneyê li ber Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê têkildarî binçavkirinên demên dawî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Hûn têkoşîna me ya li hemberî binçavkirin, girtin û zextan asteng nakirin" hate vekirin û sloganên "Derve hundir hucreyan perçe bikin", "Bijî biratiya gelan" û "Zext me bêzar nakin" hatin berzkirin. Li ser navê komê Berdevka Lijneya Rêveber ya HDK'ê ya Edene Serpîl Arslan, daxuyanî xwend û diyar kir ku roja Erdogan û Kiliçdaroglu ji bo "çareseriyê" hatin cem hev di bin navê "KCK'ê" de zêdehî 100 xwendekarên tipê hatin binçavkirin û bi panzer û guleyan êrîş li gelê kurd hate kirin.

'BINÇAVKIRIN Û GIRTIN BÊNAVBER BERDEWAM DIKIN'

Arslan, anî ziman ku operasyonên siyasî û leşker bênavber berdewam dikin û herêm di bin dorpêçekê de ye û tehmulê nîşanî derketina gel a kolanê jî nadin û wiha axivî: "Li aliyekî desthilatdar nêrîna ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di nav lêgerînê de ye nîşan dide li aliyê di operasyonên zextan, binçavkirin û girtin bênavber berdewam dikin. CHP’e ya ku di nav lêgerîna çareseriya pirsgirêka kurd de jî li hemberî vê yekê bêdenge. Van geşedanan weke 'Li hemberî terorê têkoşîn' dibene. Li hemberî van geşedanan bêdeng nayê mayîn. Divê bêperwayiya li hemberî gelê kurd, şardarên hatin hilbijartin, wekîl û rêveberên partiyê bi dawî bibe."

Piştî daxuyaniyê kom bi çekipan belav bû.