HDK dê di 8’mîn meha komkujiyê de li Roboskiyê be

HDK dê di 8’mîn meha komkujiyê de li Roboskiyê be

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ragihand ku, ew dê di 8’mîn meha komkujiyê de li Roboskiyê be. HDK’ê got, “Em dê Komkujiya Roboskiyê jibîr nekirin û nedin jibîr kirin.” HDK’ê ragihand ku “Li rexmê 8 meh li ser komkujiyê re derbaz bûnjî, kesên fermana komkujiyê dayîn û komkujî pêkanîn hêjan dernexistine holê. Berpirsyarên siyasî û leşkerî erkên xwe didomînin.”

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) di daxuyaniya nivîskî ya dayî de ragihand ku, ew dê di 8’mîn meha komkujiyê de li Roboskiyê bin. HDK’ê bi bîrxist ku, balefirên şer yên F-16 yên TSK’ê di 28’ê Kanûna 2011’an de Kurd bombebaran kirin û 19 jê zarok 34 Kurd qetil kirin. HDK’ê destnîşan kir ku, ji dîmenên balefirên bê mirov predator û herona kêşayîn jî baş tê dîtin ku, karwanên têne gund hêstirên bibar û gundîne, lê belê li rexmî vê 34 Kurdên sivîl qetil kirin.

HDK’ê anî ziman ku, li rexmî 8 meh li ser komkujiyê re derbaz bûn jî hikumeta AKP’ê berpirsyarên komkujiyê dernexistin û got, “ Li rexmî 8 meh li ser komkujiyê re derbazbûn jî, kesên fermana komkujiyê û yên komkujî pêkaniyî dernexistin holê. Berpirsên siyasî û leşkerî hêjan li ser erkên xwe ne û berdewam dikin.”

Şandeya HDK’ê ku di nav de Parlementer Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel û endamên Lijneya Rêveber ya HDK’ê Prof.Fatma Gok û Garon Paylan jî heyî, dê di 27’ê Tebaxê biçin Roboskiyê û du rojan li bi xelkê Roboskiyê re bin.