HDK: Binçavkirin nayê qebulkirin

HDK: Binçavkirin nayê qebulkirin

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), operasyona li hemberî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û binçavkirina Endamê Lijneya Rêveberiya HDK'ê Îbrahîm Çîçek û Endamê Komîsyona Makezagonê yê HDK'ê Ziya Ulusoy şermezar kir û xwest demildest serbest bên berdan.

Lijneya rêveberiya navendî ya Kongreya Demokratîk ya Gelan li ser Endamê Lijneya Rêveberiya HDK'ê Îbrahîm Çîçek û Endamê Komîsyona Makezagonê yê HDK'ê Ziya Ulusoy jî di nav de binçavkirina gelek kesî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Operasyonên di bin navê KCK'ê de pêk tên li hemberî SEP, TOP û kovarên Rastiya Tirkiyeyê, RED û Zanist û Pêşeroj jî hatin lidar xistin. Hikûmeta AKP'ê di çarçoveya TMK'ê de her mirovê ku devê xwe vedike, nivîs dinivîsîne, xwe birêxistin dike û ji civakê bawer dike dixe hedefa xwe û bi der-zagonî îlan dike. Her wiha wan bi riya Dadgehên bi rayeya taybet digire.

Li Tirkiyeyê ku azadiya birêxistin û fikrê lê tune ye, hemû partiyên siaysî û dorhêlên ku ji bo azadî û mafan têdikoşin dixe hedefa xwe." HDK diyar kir ku, ew binçavkirinên demên dawiyê qebul nake û xwest kesên ku hatine binçavkirin demildest serbest bên berdan.