HBDH: Me febrîqeya li Başakşehîrê da ber agir

Milisên Huseyîn Arasan ên HBDH’ê ragihand ku 10’ê Hezîranê febrîqeya li Başakşehîrê da ber agir.

Milîsên Huseyîn Arasan ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek nivîskî dan û ev tişt gotin: “Dewleta faşîst a qirker li dijî gelê me sûîkastan pêk tîne. Herî dawî beriya rojekî li Silêmaniyê zarokê egîd ê gelê me Huseyîn Arasan bi êrîşeke xayînane qetil kir. Dewleta faşîst û mêtinger li her qadê di hedefa êrîşên me de ye.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:

“Hemû leşkerên sîstemê, saziyên siyasî û aborî, çeteyên wan, piştevanên desthilatdariya faşîst, terîqetên faşîst û çavkaniyên wan ên aboriyê… hemû jî di hedefa êrîşên milîsên me de ne. Ji vir û şûn de ji wan re aramî tune ye. Wê bi vê tirsê bijîn ku her kêlî û li her derê em ê derkevin pêşberî wan.

Me li Stenbol/Îkîtelliyê li dijî febrîqeyeke piştevanekî desthilatdariyê çalakiya sabotajê lidar xist.

Roja 10’ê Hezîranê di saet 17.30’an Milîsên me fabrîkaya li bloga plastîk û qarton-kirtasiye ya Organîze Sanayî/Başakşehîrê dan ber agir. Berhemên li fabrîkaya ku ayîdê piştevanên dewleta faşîst e, bi temamî îmha bûn û ziyanek mezin gihişt fabrîkayê.

Ev sîstema mêtinger a kapîtalîst û dewleta wê ya faşîst teqez wê hilweşe. Gelê me yê kedkar ku sedsal in di bin her cure hovîtî û mêtingeriyê de êşên mezin dikêşîne, wê teqez azad bibe. Em ê heta serketinê qet nerawestin.”