HBDH’ê li dijî qirkirinan banga geşkirina berxwedanê kir
Komîteya Rêveber a HBDH’ê bi wesîleya salvegera Qirkirinan Ermenan de, li dijî qirkirinan banga geşkirina berxwedanê kir.
Komîteya Rêveber a HBDH’ê bi wesîleya salvegera Qirkirinan Ermenan de, li dijî qirkirinan banga geşkirina berxwedanê kir.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di dîroka Komara Osmanî û Tirkiyeyê li ser gelan her dem zilm hatiye kirin û bang kir ku ji bo jiyaneke wekhev divê têkoşîna yekbûyî were geşkirin.
Daxuyaniya HBDH’ê wisa ye:
“Di dîroka Osmanî û Tirkan de ku tijî qirkirin û qetlîam e. Bi awayekî sîstematîk zilm li gelên Ereb, Ermenî, Yewnan, Kurd, Êzidî û Elewî hatiye kirin. Berê Ermen û piştre jî Rûm bi darê zorê, zilm û qirkirin û sirguniyê ji axa xwe hatine derxistin û vî tiştî bingeha dewleta Komara Tirk daniye. Gelek kujerên Jon Tirk ên ku destê wan di Qirkirina Ermenan de heye, di nav avakarên Komara Tirkiyeyê de cih girtine. Mistefa Kemal nijadperestiya etno ya li ser esasê qetlîam û asîmîlasyonê domand. Xeyalên avakirina neteweya Tirk a homojen îro jî didome.
Neteweperestî û zulma Tirk a hov ku bingehê wê di dema Qirkirina Ermenî û Rûman de hatiye avêtin, îro li ser gelê Kurd tê meşandin. Ji ber vê yekê destûrê nadin nav û stranên kurdî û daxwazên demokratîk, her roj Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayekî hovane bi çekên kîmyewî tên bombekirin û li ser axa Rojava ya azad her roj gefên dagirkeriyê û êrîş hene.
Weke di pêvajoya erdhejê de, divê em pêvajoya hilbijartinê jî veguherînin zemîna ku em rastiyan bêtir ji gelan re bibêjin, rêyên têkoşînê nîşan bidin. Divê em têkoşîna li dijî zalimên mêtinger geştir bikin û sîleya ku heq dikin li wan bixin. Ji bo destên qirêj ên faşîzmê ji ser gelê me were rakirin divê em têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP û MHP’ê geş bikin.”