HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li ser mala gardiyanekî li xwe girt

Milîsên Berkîn Elvan ên HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li ser mala Ahmet Demîrcî li xwe girt, ku li Îzmîrê gardiyantiyê dike.

Di daxuyaniya HBDH'ê de hate ragihandin ku Ahmet Demîrcî yê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê gardiyaniyê dike, bi tundî nêzî girtiyan û xelkê li derdorê bûye, heqaret kiriye û hate gotin, "Di 13'ê Hezîranê de milîsên me yên li Îzmîrê di şexsê vî faşîst de ji bo hişyariyê bidin zebaniyên zindanan ên êşkencekar, çalakiya sabotajê kirin û mala Demîrcî şewitandin. Milîsên me çalakî diyarî Huseyîn Arasan kirin û bi rengekî serketî ji qadê çûn."

Di daxuyaniya HBDH'ê de hate gotin, "Em ê nehêlin ku êşkencekar, dijminê gel bi hêsanî tevbigerin. Yên ku li hemberî şoreşgeran û gelên me sûc dikin, teqez wê hesabê vê yekê bidin."