Haya Rojava ji girtina xwendekaran tune ye

Haya Rojava ji girtina xwendekaran tune ye

Protestoyên ji bo mezaxtinên dibistanan ên li Kanedayê ji aliyê xwendekaran ve pêk hat, di rojeva hemû cîhanê de cih girt. Lê Rojava xwendekarên li Tirkiyeyê di dorpêça girtin û binçavkirinan de ne nabîne.

Piştî ku Meclîsa Elayeta herêma Quebec a Kanedayê ragihand ku ew ê di 5 salan de pereyê zanîngehan bikin du qat, xwendekaran dest bi protestoyan kirin û çalakiya xwendekaran di rojeva cîhanê de cihek berfireh girtin.

Di çalakiya xwendekaran de gelek xwendekar hatin binçavkirin, lê bûyerên bi vî awayî hema bêje her roj li Tirkiyeyê pêk tên û her roj xwendekar tên girtin û binçavkirin. Herî dawî di 6’ê hezîranê de li 7 bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi dehan xwendekarên bijîşkî û endamên sendîkayên tenduristiyê, hatin binçavkirin. Di lêpirstîna di bin navê “KCK’ê” de hat lidarxistin de 13 xwendekar hatin girtin

AKP, TAŞERONÊ SERMAYEYA NAVNETEWEYÎ YE

Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Çetîn Erdoglû ji ANF’ê re axivî û bi şermezarkirina binçavkirin û girtina xwendekaran dest bi axaftian xwe kir. Erdolû desthilatiya AKP’ê weke taşerona sermayeya navneteweyî bi nav kir û got; “Desthilatiya AKP’ê ya ku dixwaze bi rewşa xwe ya nunertiya sermayeya gerdûnî ve welêt bi rê ve bibe, helwesta xwe ya li hemberî kedê di her warî de nîşan dide. Vê yekê jî di ware polîtîkayên pratîk û teorîk de nîşan dide.”

RÊVEBERÎ, DARAZ Û HIKÛMET DI HIMBÊZA HEV DE NE

Erdolû bal kişand ku rêveberî, daraz û hikûmet hem karê darazê û hem jî karê Meclîsê dikin û got; “Meclîs her tiştên ku hikûmet dibêje pêk tîne. AKP û sermaye ne tenê siyasetê bi awa dikin, di heman demên de awa didin civakê jî. Di serê vê yekê de jî çapemenî heye” û diyar kir ku daraz, rêveberî û hikûmet di himbêza hev de ne.

Erdolû diyar kir ku beşek mezin a van darizandinan li ser esasê têkoşîna li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd de tê pêkanîn û destnîşan kir ku ev yek tenê bi vê mijarê re ne sînordar e. Erdolû got; “ Dewlet her tim rêxistinek peyda dike û rêxistinên muxalîf pêve girêdide. Di vê çarçoveyê de dest bi girtin û binçavkirinan dike.”