Hatîp Dîcle: Efrîn bi pêşbîniyên Ocalan li ber xwe dide

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle diyar kir ku Erdogan li Efrînê gavekê jî bi pêş ve neçûye û got, "Efrîn heke ev çendî li ber xwe dide ev pêşbiniya Birêz Ocalan e."

Li Zanîngeha Hambûrgê bi navê "Li Tirkiyê rewşa şer" panêlek pêk hat.

Panêl ji hêla Weqfa Rosa Luxembûrg, NAV-DEM, Komîteya Xwedîderketina li Berxwedana Efrînê ya Hambûrgê û Platforma Aştî û Demokrasiyê ya Hambûrgê û ASTA’yê ve hate amadekirin. Parlamentera Partiya Çepgir Cansû Ozdemîr moderatoriya panêlê kir. Di panêlê de siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle û rêvebera REPAK’ê Meral Çîçek axivî.

DÎCLE: DIXWAZIN TOLA DAÎŞ'Ê HILÎNIN

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê got Erdogan ji bo ku tola çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li Reqayê hatin şikandin bistîne êrîş bi ser Efrînê de aniye û got: "Erdogan ê ku bi mebesta şoreşa ku li Rojava zîl daye ji ra hilke êrîş aniye û niha rastî li dîwarê Efrînê hatiye. Ji ber ku li Efrînê hîmên demokrasiyê hatine danîn. Ne tenê Kurd, hemû kêmar û bawerî li Efrînê bi hev re bi aştî dijîn. Erdogan çavê wî li vê jiyana aştiyane bar nabe. Digotin di 3 saetan de ew ê bikevinê lê ji 30 rojî zêdetir çêbû û gavekê jî bi pêş ve neçûn. Efrîn ji hêla jiyana civakî û baweriyê ve mînyatûra Sûriyê ye. Erdogan ji bo dîktatoriya xwe ya faşîst dixwaze van xweşikiyan tine bike. Şoreşa ku li  Rojava bi ked û nazikiya jinê ava bûyî bi mirina Erdogan e."

'BI ZANEBÛN SIVÎLAN DIKUJIN'

Dîcle diyar kir, ji bo ku Efrînê vala bikin û bi demografiya wê bilîzin artêşa Tirk bi zanebûn sivîlan dike hedef û got, "Heke Efrîn wiha li ber xwe dide ev bi pêşbîniyên Birêz Ocalan e."

'TEVGERA KURD RONAK DIKE'

Rêveberiya Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REMAK) a bi navenda Silêmanî Meral Çîçek got li Efrînê şerê du paradîgmayan e, yek ji van xwe li ser azadiya jinê ava dike û ya din jî xwe li ser dijminatiya jinê. Çîçek got di şexsê Rojava de hatiye çespandin ku divê şoreş şorejên jinê bin û wiha dewam kir: "Tevgera Azadiya Kurd tevgera hêviyê ye, li dijî tarîtiya ku pergal ferz dike weke çiraya zeryayê ye, hemû dinyayê ronkahî dike. Sedema bêdengmana dewletê herêmê û hêzên derve ya li bara êrîşên dewlet ên li ser Efrînê ev e. Naxwazin vebijêrka demokratîk a bi pêşengiya jinê berbelav bibe, li ser vê raya hemûyan yek e."