Hasan Alkiş gav bi gav nêzî mirinê dibe

Hasan Alkiş gav bi gav nêzî mirinê dibe

Girtiyê ji doza PKK’ê Hasan Alkiş, cara yekemîn ji dilê xwe emeliyat bû û ji bo tehliyekirina wî rapor hatin amadekirin, her wiha bi nexweşiya Behçet re jî rû bi rû ye. Rîsk heye ku Alkiş şeht (felç) bibe. Lê hîna jî di girtîgehê de tê ragirtin û roj bi roj berê wî didin mirinê.

Li girtîgehên dewleta Tirk, bi sedan girtiyên nexweş li ber sînorên mirinê ne. Ev nexweşiyên ku girtî pêre rû bi rû mane, ne bes e, li ser vê re jî her roj girtî li rastî îşkence, sirgun û pêkanînên din re rû bi rû dimînin.

Girtiyê ji doza PKK’ê Hasan Alkiş ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê de tê ragirtin, yek ji van girtiyan e. Alkiş der barê rewşa xwe de agahî da Federasyona Komeleyên Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwariyan (TUHAD-FED). Alkiş destnîşan kir ku ew cara yekemîn di salên 2006-2007 de ji dilê xwe emeliyat bûye û heta niha jî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê didomin. Her çendî Alkiş du caran ji dilê xwe emeliyat bûye jî, lê dîsa serbest nayê berdan.

DU ME PIŞTÎ DAXWAZA WÎ EW BIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Hasan Alkiş ku ji navçeya Gimgima Mûşê ye, heta ev 17 sal in di girtîgehan de tê ragirin û bi nexweşiya Behçet jî ketiye. Yek ji nerehetiyên mezin ên Alkiş nexweşiya wî ya Behçet e. Ji ber ku ev nexweşî li çavê wî yê çepê jî xistiye, her ku diçe çavê wî yê çepê jî wenda dibe. Di dema dermarkirina wî ya dawiyê de hat diyarkirin ku ev nexweşî xwe gihandiye mejiyê wî jî. Ev yek jî dibe sedema janeserek (serêşî) mezin. Lê her çendî Alkiş beriya du mehan daxwaza mûaneneyê kir, ew nû şandin nexweşxaneyê.

BI ŞEHTBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE

Rayedarên TUHAD-FED’ê der barê rewşa wî de agahî dan û gotin; “Di demarên ku diçim mejiyê wî de pixtîbûna xwînê heye. Dibe a niha şeht bibe. Nexweşiya Behçet li mejiyê wî jî xistiye. MR hatiye kişandin. Haya saziya tenduristiyê jî heye. Lê heta niha der barê mûaneya wî de agahiyên zelal nedane Alkiş. Encaman jî tam wernegirtiye. Got dê wî bişînin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê naxwaze biçe wir. Ji ber ku rêwîtî bandorek nerênî li wî dike. Nayê ser xwe û perîşan bû.”

Malbata wî daxwaz kir ku Alkiş vebiguhêzin Îzmîrê, lê heta niha ne Girtîgeha Şarkan û ne jî ya Kiriklarê tu bersiveke erênî nedane daxwaza Alkiş.

364 NEXWEŞÊN LI BER MIRINÊ ÇIMA DI GIRTÎGEHAN DEN?

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn di meha gulanê de bersiv da pirsnameya Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û got: “ Der barê tenduristiya girtî û hukumxwaran de hemû dane kirine bin qeydan û niha di bin şopandinê de ne.” Ergîn da zanîn ku saziyên înfaza cezayê ji 2’ê nîsanê şûnde 469 nexweş hene û wiha got: “Ji vana 143 kes, raporên wan karê wan ên rapora tipa edlî ya ku di çarçoveya efû û înfaza serokomar de hatin paşvexistin didome, 231 jî tedawiyên wan li nexweşxaneyan didome. Der barê 95 kesan de jî ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hate hînbûn ku nexweşiyên wan ne di çarçoveya efûyê de ye got tedawiyênwan li koxuşên wan berdewam dikin.” Lê Ergînd aşkere nekir bê çima 364 girtiyên li ber mirinê heta niha di girtîgehan de tên ragirtin.

NEXWEŞIYA BEHÇET ÇI YE?

Ev nexweşî di lîteratura navneteweyî de weke Nexweşiya Behçet an jî Sendrûma Behçet tê binavkirin, bi awayeke gişt rê li ber edabgirtina demarên xwînê yên binê çerm, çav, mejî vedike. Sedema vê nexweşiyê nayê zanîn û bi awayeke pir kêm tê dîtin. Ev nexweşî bi taybet zilamên temenê wan di navbera 30-40 salî re peyda dibin û bi awayeke pir kêm li welatên weke Tirkiye û Çînê tên dîtin.